Hezîran 30, 2024 17:57 Asia/Tehran
  • Encamên lêkolîneke kevnarenasiyê li ser çêkirina Derziyên biçavî

Encamên lêkolîna kevnarenasan nîşan dide ku çêkirina derziyên biçavî (derziyên kundar) wek dahênanek ji bo xemilandina cil û bergan ji bo armancên civakî û çandî di dîroka veguherîna cil û bergên mirov da giring û berbiçav bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Phys'ê, Kinc û cil û berg ne tenê pêwîstiyek ji bo parastin  ûrehetiya li hemberî hêman û şert û mercên derveyî ye, belkî bandoreke civakî û bedewiyê ji bo pênaseya kesane û çandî jî heye.

Komakeke kevnarenasan li Zanîngeha Sîdneya Australyayê bo cara yekem ev encam bi dest xistin ku Derziyên biçavî anku kundar ên terzîtiyê wek dahênaneke nû dihatin hesibandin ku ji bo xemilandina cil û bergan bi armancên civakî û çandî hatin bikaranîn û piştî çêkirina wan cil û berg ji alavek ji bo nixûmandina xwe veguehrîn alavekê ji bo nîşandana pênaseyê.

Dr. Ian Gilligan ji lêkolerên Zanîngeha Sîdneyê got: Derziyên biçavî yên terzîtiyê pêşketineke giring di serdema beriya dîrokê tên hesab; ji ber ku bûn sebeba guherîna karayîya cil û bergan.

Yekem derziyên terzîtî û dirûnê têkildarî 40 hezar sal berê li Sîberyayê ne. Derziyên biçavî yên terzîtiyê ji berhemên sembolîk ên serdema Paleolîtîk an jî Serdema Kevir a Kevn in ku çêkirina wan anegorî alavên dirûnê ku ji hestiyê heywanan dihatin çêkirin, dijwartir bû.

Serepeyv