Hezîran 23, 2024 19:00 Asia/Tehran
  • Seyrok çi ye?

Me bi caran peyva Seyrok bihîstiye yan jî qala wê kiriye? Lê eva ku "Seyrok çi ye?" pirseke sade ye ku bersiveke xwe ya dijwar heye.

Li gorî rapora IRNAyê, Malpera NASA'yê di raporekê da ragihandiye: Koka peyva Planet (Seyrok) vedigere peyva planēt li zimanê Yûnanî yê kevnar û bi wateya sergerdan e.

Li Ferhenga Merriam-Webster'ê Seyrok wiha hatiye nasandin: Her yek ji girsên mezin ku li Pergala Rojê bi dora Rojê digerrin.Yekîtiya Navneteweyî ya Sêtrknasiyê (IAU) komeke stêrknasan in ku girseyên Pergala Rojê bi nav dikin; endamên vê komê sala 2006an li ser peyva Planet (Seyrok) li hev kir. Ev lihevkirin bû sebeb ku Ploto ku pêştir wek Seyrok dihat hesibandin, wek "Seyroka Qamkin" (Dwarf Planet) were zanîn.

Li gorî danasîna Yekîtiya Navneteweyî ya Sêtrknasiyê (IAU), Seyrok divê xwediyê van taybetmendiyan be:

Divê bi dora stêrkekê (li cînaretiya me ya gerdûnî, Roj) bigerre;

Divê ewqasî mezin be ku têra xwe cazîbe hebe da ku veguhere rewşa topê;

Divê ewqasî mezin be ku kêşan anku gravîtiya wê girsên din ên bi mezinahiya nêzikî wê li nêzikî xolgeha xwe bi dora Rojê da li fezayê paqij bike.

Serepeyv