May 30, 2024 23:39 Asia/Tehran
  • Volkanên 'Xwîşka Cêwî ya Erdê' çalak in

Lêkolîna ku vê dawiyê pêk hatiye nîşan dide ku çalakiyên volkanî li8 Seyroka Zuhre yan Venûsê ku wek Xwîşka Cêwî ya Erdê jî tê naskirin, ji ya ku pêştir dihat gumankirin, zêdetir e.

Li gorî rapora IRNA'yê ji Phys'ê, Lêkolîna nû ya zanyarên zanîngeheke Îtalyayê nîşan dide ku Seyroka Venûsê li Pergala Rojê (Nahîd, Zuhre) vê demê ji hêla volkanî va çalak e.

Ev lêkolîn li ser hin datayan pêk hatiye ku ji zêdetirî 30 sal berê va ji seyroka navbirî hatine komkirin.

Seyroka Zuhreyê tenê piçekî ji Erdê biçûktir e û pirraniya atmosfera wê ji Dî-Oksîda Kerbonê pêk hatiye. Zuhre xwedî bandoreke gulxaneyî ya mezin e û pileya germayê ya asta wê derdora 465 Dereceyê Santîgrad e.

 

Serepeyv