Gelo xwarina fêkî û sebzemeniyan bi rastî ji bo tenduristmayînê giring e?
Encamên lêkolîna nû ya lêkolerên Zanîngeha Helsînkiyê li Fenlandê têkiliya navbera xwarina fêkî û sebzemeniyan digel heyama razanê piştrast dike.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Medical Xpress'ê, Tenduristiya mirov girêdayî bi pergala xwarinê ya saxlem û liv û tevger û têra xwe razanê ye û li gorî lêkolînan têkiliyeke aşkira navbera wan heye. Xwarina baş enerjiya pêwîst ji bo livdarî û werzîşê dabîn dike û gellek kes bawer in ku têra xwe werzîşkirin dibe sebeb ku ew bikarin bi awayê ku hewce ye razên.
Çima xew giring e?
Xew û razan vê derfetê dide bedena me ku şiyana xwe ji nû va bi dest bîne. Dil, demar, masûlke, hucre anku xaneyê bedenê, pergala êminiyê, şiyanên nasbariyê û şiyanên bibîranînê ji bo ku karayîyeke xwe ya guncan hebin, hewcetî bi razana rêkûpêk û pêwîst hene; tevî ku razan ji bo nûvandina ziyana DNA'yê ku di dema hişyariyê da diqewime, giring e.
Lêkolînên vê dawiyê nîşan didin ku bêxewî û kêmrazan di nava kesên mezin û navsere da ji ber hin hokaran weke stres, xwarina xurekên lezgîn anku Festfûd û şêwaza jiyana kêm liv û hereket, zêdetir bûye. Her wiha kêmxewî bûye mijareke nîgeranker li dijî tenduristiya gelemperî ku bi rêya zêdekirina nexweşiyên dil û demaran û kêmkirina şiyana îdrakî û nasbariyê, rêjeya mirinê zêdetir dike.
Bikaranîn û xwarina çi rêjeyeke fêkî û sebzemeniyan ji bo kesên mezin tê tewsiyekirin?
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pêşniyaz dike ku mirov rojane herî kêm 400 gram fêkî û sebzemeniyan bixwe.
Lêkolîn nîşan didin ku li gellek welatan ev rêje nayê mesrefkirin. Li gorî lêkolînên nû, tenê sedî 14ê mêran û sedî 22ê jinên fenlandî asta herî kêm a tewsiyekirî ya rojane ji bo xwarina cûreyên tû, fêkî û sebzemeniyan mesref dikin.