May 26, 2024 17:58 Asia/Tehran
  • Biryara Serokkomarê Şehîd ji bo dameziandina Navenda Neteweyî ya Hişê Çêkirî di asta Rêxistina Enerjiya Atomê da

Sekreterê Erkantiya Geşepêdana Teknolojiyên Hişê Çêkirî û Robotîkê ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Abora Zanistbingeh a Serokkomartiya Îranê ragihand: Bi pesendkirina Serokkomarê Şehîd biryar bû ku Navenda Neteweyî ya Hişê Çêkirî di çarçova rêxistinekê di asta Rêxistina Enerjiya Atomê da were damezirandin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Dr. Bêhrûz Mînayî di "Yekem Rûdana Bikaranîna Hişê Çêkirî di Beşa Berhemanîna Elektrîkê da; Guherîn û Dahênanê" da tevî amajeya bi Belgenameya Neteweyî ya Hişê Çêkirî, got: Ev belgename li Erkantiya Nexşeya Giştalî ya Zanistî ya welêt hatibû erêkirin û biryar bû ku li civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî bi amadebûna Dr. Reîsî were pesendkirin.

Wî dema pesendkirina û bidawîgihandina vê belgenameyê Xordada 1403an zanî û got: Serokkomarê Şehîd pejirandibû ku Navenda Neteweyî ya Hişê Çêkirî di asta Rêxistina Enerjiya Atomê were damezirandin.

Sekreterê Erkantiya Geşepêdana Teknolojiyên Hişê Çêkirî û Robotîkê got: Biryar bû ku civîna Konseya Bilind a Înqilaba Çandî roja 22ê Xordadê pêk were.

Serepeyv