Berdewamiya Bombebarankirina deverên curbicur yên Xezeyê
Hevdem ku artêşa Israîlî bombebarankirina deverên curbicur ên Xezeyê berdewam dike, êrişên xwe li dijî deverên xelknişîn li rojhilatê bajarê Refehê jî zêde kiriye.
Tevî berdewamiya xwenîşandanên gelarî li deverên curbicur ên cîhanê li dijî cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û zêdebûna daxwazên ji bo rawestandina şer û jînosayda gelê Filistînê, hêzên Rejîma Siyonîst bi çira kesk a Amerîkayê êrişên xwe li rojhilata Refehê, cihê sereke yê bicihbûna penaberan,zêde kirine.
Hêzên Îsraîlî karê operasyona teqandina avahiyan li rojhilata REfehê dikin. Her wiha bi gullebaran giran a taxên Sebra û Zeytûnê yên li rojhilatê Xezeyê kirin hedef. Vê sibê bi topên hawanê hinek avahiyên REfehê dan ber êrişan.
Di heman demê de Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî (UNRWA) şeva buhurî ragihand ku sîyonîstan cardinê êrişî nivîsgehên vê rêxistinê li Qudsa Rojhilat a dagirbûyî kirine.
UNRWA her wiha got: Karmendên me û ajansên din ên Neteweyên Yekbûyî li nivîsgehên ku bajaroknişîn li Qudsa dagirbûyî şewitandine, de bûne.