Nîsan 17, 2024 18:42 Asia/Tehran
  • Çalereşa stêrkî ya herî girs û giran li Kadiza Rêya Şîrî hat keşifkirin

Stêrknasan çalereşa stêrkî ya herî girs û giran ku heta niha li Kadiza Rêya Şîrî hatiye keşifkirin, nas kirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ev çalereş li daneyên bidesthatî ji memûriyeta fezayî Rêxistina Fezayî ya Ewropayê (Gaia) hatiye naskirin, ji ber ku tevgereke "Lerizînê" (wobbling) ya ecêb li stêrka pê ra ku li dora wê dizivire, pêk tîne.

Daneyên bidesthatî ji teleskopa gellekî mezin a Resedxaneya Başûr a Ewropayê (ESO's VLT) û şehediyên din ji ser Erdê diyar dike ku giraniya vê çalereşê 33 qatî giraniya stêrka Rojê ye.

Çalereşên stêrkî ji hilweşiyana stêrkên mezin pêk tên û babetên ku beriya niha li Kadiza Rêşa Şîrî hatine naskirin, bi navgînî 10 qatî Rojê girs û giran in.

Mijara balkêş eva ye ku ev çalereş her wiha heta radeyeke berbiçav nêzikî me ye û tenê 2 hezar salên ronahiyê navbira wê ji me ye û li Komstêrka Aquila'yê bi cih bûye û ji hêla navbirê va duyemîn çalereşa naskirî ya nêzikî Seyroka Erdê ye.

Ev çalereş ku navê Gaia BH۳ lê hatiye kirin, demekê hat keşifkirin ku stêrknasan daneyên resedkirî bi Gaia'yê vedikolandin.

Pasquale Panuzzo ji stêrknasên Resedxaneya Parîsê ku beşek ji Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Neteweyî ya Fransayê ye, got: Ti kes çaverêyê peydakirina çalereş bi giraniya zehf li vê nêzikatiyê ku heta niha nehatibe naskirin, nebû. Ev cûreyeke keşfê ye ku dibe ku carekê di heyama temenê mirov da biqewime.

Serepeyv