Nîsan 14, 2024 18:54 Asia/Tehran
  • Nexweşiya bêdeng a Çewriya Kezeba Reş a bi navê NASH'ê çi ye?

Nexweşiya Non-alcoholic steatohepatitis'a ne-elkolî (Non-alcoholic steatohepatitis) ku wek NASH tê naskirin cûreyeke nexweşiya kezeba reş a çewr a ne-elkolî ye ku dkare zirarên giran li kezeba reş bixe û heta bibe sebeba mirinê, lê kêmkirina giraniya bedenê û werzîş û livdarî ji bo baştirbûna ji vê nexweşiyê alîkar e.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Pfizer'ê, Gelo eger mirov elkolê venexwe jî dibe ku tûşî nexweşiya kezebê bibe. Nexweşiya çewriya kezeba reş a ne-elkolî anku NASH nexweşiyek e ku ji ber kombûna çewrî û donê li kezebê pêk tê û dikare zirarê bide wê. Ev nexweşî demekê diqewime ku kombûna çewriyê li kezebê dibe sebeba îltihab (Hepatît) û birînê û dikare mirinbar be, ji ber ku dikare veguhere bo birînên kezebê nasyar bi Sîrozê (Cirrhosis) yan Şêrpenceya Kezebê.ç

Hatiye berawirdkirin ku ji sedî 3 heta 5ê gelheya cîhanê di bin bandora Nexweşiya NASH'ê da ne; her çend ku tê gotin asta têderxistina nexweşiyê kêmtir ji ya rastîn e.

Nexweşiya NASH'ê wek Nexweşiya Bêdeng tê naskirin, ji ber ku di gellek kesan da bi nîşaneyên nizim an bêyî ti nîşaneyekê diqewime; tevî vêya, hin kes bi vê nexweşiyê hesta westiyan, êş û nerihetiyê li beşa jor û rastê zikê xwe dikin. Hin tûşbûyîyên Nexweşiya NASH'ê li gor tecrubey û şêwirîna xwe digel pizîşkan gotine ku, bi hebûna diyet anku pergaleke xwarinê ya saxlem û çalakiya bedenî hesta tenduristiyê kirine.

Vê demê ti dermanekî piştrastkirî tineye, lê lêkolîn ji bo peydakirina rêyên nû ji bo pêşîlêgirtin, têderxistin û dermankirina vê nexweşiyê didomin.

Serepeyv