Nîsan 04, 2024 20:48 Asia/Tehran
  • Têkiliya Diyabêta Cûreya 2 digel Nexweşiya Alzeymerê

Li gorî lêkolînên pêkhatî li Zanîngeha A&M a Texas'ê ya Amerîkayê, gelek şehedî nîşan didin ku têkiliyek navbera Nexweşiya Şekirê ya Cûreya 2 digel Nexweşiya Alzeymer anku Bîrbîrokîbûnê heye.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Medical News Today'ê, Encamên van lêkolînan di civîna salane ya Civata Biyo-Kîmya û Biyolojîya Molekûlî ya Amerîkayê hatine raberkirin.

Zanyaran gotine ku di van lêkolînan da proteîneke taybet li nav rûviyan şopandine da ku tê bigihêjin ku çawa bandorê li pêvajoyên mejî dike. Wan ragihandin ku bikaranîna rejîma xwarinê ya pirr-çewr proteîneke bi navê Jak3 serkut dike.

Mişk bêyî vê proteînê tûşî hin îltihaban bûne ku di rûviyan da dest pê bûne û piştra derbasî mejî û kezeba reş bûne. Ev mişk tûşî hin nîşaneyên weke Alzeymerê ji wan nakokiya îdrakê bûne.

Lêkoler dibêjin ev îhtimal heye ku bi rêya kontrolkirin an rêgirtina li Diyabêta Cûreya 2 bikarin xetera Nexweşiya Alzeymerê kêm bikin.

Serepeyv