Adar 24, 2024 19:38 Asia/Tehran
  • Miemaya çendîn salî ya koça mozan bi keşifkirina 8 cûreyên nû hat çareserkirin

Keşfa vê dawiyê ya heşt cûreyên nû yên moz anku zilkêtikan miemayeke çend dehsalî derbarê wan çareser kiriye.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Tomorrow's Worldê, "Elwood Zimmerman" Kêziknasê nasyar di sala 1934an da sê cûreyên kêmdîtî ji mozên biçûk ên gewez (sor-qehweyî) li ser perikên Gula Heyvê anku Tahetahe'yê li Komgirava Tuamotusê ya Polynesia'yê keşif kirin. Piştra di sala 1965an da Charles Mikner karzanê mozan ev cûre wek cûreyeke nû dan nasandin.

Cûreya nasyar bi (Hylaeus tuamotuensis) an jî Moza Nîqabdar a Tuamotusê bi salan zanyar heyîrî û matmayî kiribûn. Ew tê nedigihîştin ku ev cûreya mozan çawa li Polynesiayê hatiye keşifkirin; ji ber ku xizmên herî nêzik ên vê cûreyê li Awstralya, Gîneya Nû û Zîlanda Nû derdora hezar û 865 kîlomitran li rojavayê Tuamotusê hatine naskirin.

Ji aliyê din va, Lêkoleran nedikarî zanyarîne zêdetir bi dest bixin, ji ber ku cûreya keşifbûyî di sala 1934an da ti wextî ji nû va nehat dîtin û wisa dihat sêwirandin ku kokbirr bûye; ev raza 59 salî serê axir ji aliyê tîmeke ji lêkoleran bi serokatiya DR. James Dorsey aşkira bû.

James Dorsey got: Me bi teknîkên nû yên nimûnegirtinê cûreyeke nenas a têkildarî mozên nîqabdar ên Hylaeus li Daristana Kanopiyê keşif kiriye. Bi vann mozan em dikarin miemayê çareser bikin. Kalên H. tuamotuensis bi rêya firrîna hi giravan bi rêya Fîcî û başûrê rojavayê Oqyanûsa Pasîfîkê gihîştine Polynesia'ya Fransayê!

Li gorî daxuyaniya derxistî, analîza DNA'yê û morfolojiya van kêzikan nîşan dide ku ev cûreyên nûkeşifbûyî ji xizmên Moza Nîqabdar a Tuamotu ne.

Serepeyv