Adar 22, 2024 18:17 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî bi bi rêya skenkirina mejî zayendê diyar dike

Lêkoleran modeleke Hişê Çêkirî afirandine ku zayenda mirovan li gorî skena mejiyê wan bi diqeta zêdetir ji sedî 90î diyar dike û ciyawaziya jin û mêran nîşan dide.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Neuroscience News'ê, Lêkolîneke nû ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Pizîşkî ya Stanfordê ya Amerîkayê modeleke nû ya Hişê Çêkirî daye nasandin ku bi serkeftineke zêdetirî sedî 90î diyar dike ku gelo skenên mejî ayîdî jinekê ne an mêrekî.

Ev pêşkeftina zanistî piştgiriyê dide vê teoriyê ku ciyawazîne girîng li gorî zayend anku cinsiyetê li mejiyê mirov hene. Ev lêkolîn her wiha alîkariyê didin çareserkirina nîqaşeke kevn li ser hebûna ciyawaziyên zayendî di mejiyê mirov da û nîşana wê yekê ye ku naskirina van ciyawaziyan dibe ku roleke girîng di vekolandin û dermankirina kêşeyên eseb û derûnê (neuropsychiatric) ku bandoreke ciyawaz li mêran û jinan dikin.

Ev modela Hişê Çêkirî bala xwe dide ser skenên MRA'ya dînamîk û şebekeyên taybet ên mejî weke haleta pêş-ferz, striatum û şebekeyên pêreyî (limbic) wek babetên girîng ên ciyawazkera mejiyê jin û mêran ji hev dide naskirin.

Ev lêkolîn ne tenê naskirina me ji pêşketina mejî û pîrbûnê xurttir dike, her wiha hin rêyên nû ji bo vekolandina berziyanbûnên taybetî zayendê di nakokî û kêşeyên derûnî û esebî li ber lêkoleran vedike.

Serepeyv