Adar 18, 2024 19:44 Asia/Tehran
  • Zanyar dibêjin; Pêgirek û hestî li gorî sêwirînên berê pêş nakevin

Lêkolînên nû ev bawera kevn ku tevnikên pêwendî weke Pêgirêk anku Lîgamênt, Jê an jî Tandon, Hestî û Çerm bi rêya hevrabûna hucreyan di bedenê da pêk tên, xistiye bin pirsê.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Encama lêkolînên zanyarên Zanîngteha "Bakurê Rojhilat" ku li Kovara Matter'ê hatiye weşandin nîşan dide ku tevnikên bedena me bi îhtimaleke mezin bi rêya jihev-veqetîna hucreyan pêk tên.

"Cêf Robêrtî" mamosteyê biyo-mihendisiyê li Zanîngeha Bakurê Rojhilat li Bostona Masaçûsêtê û ji nivîskarên vê lêkolînê got: Ji mêj va bawerî ev bûye ku hucreyên bedena mirov ji mînakên kodedarkirî li DNA'yê, tevnikên bedenê tînin bal hev û pêk tînin.

Wîher wiha got: Em bi rastî tê nagihêjin ku çawa hucreyên hûr bi hevkariya molekûlên gellekî hûrtir ji wan dikarin van mînakên bedew û kêrhatî ji hêla mekanîkî îcad bikin. Ev teorî ji mêj va hebûye ku hucre di esas da bi awayê tak tevnikên bedenê bi bikaranîna mînak an algorîtmekê bi awayê dawerivî an bin-nişt îcad dikin.

Vî lêkolerî got: Ev tenê teorîiyek e.

Serepeyv