Adar 15, 2024 16:15 Asia/Tehran
  • Yekem dermanê çewriya Kezeba Reş li Amerîkayê hat piştrastkirin

Rêxistina Xwarek û Dermanan a Amerîkayê yekem dermanê çewriya Kezeba Reş nasyar bi Non-Alcoholic Steatohepatitis (NASH) piştrast kiriye û ev derman dê di Nîsana 2024an da were bazarê.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Ev derman berhema Kompaniya Dermansziyê ya Madrigalê ye û li pey piştrastkirina dermanê nû, hîseya vê kompaniyê li Bûrsa Amerîkayê sedî 24 zêde bû. Nexweşiya NASH'ê ku vê dawiyê navê wê wek Steatohepatitis Metabolîk a têkildarî funksyona neçê (MASH) hat guhertin, derdora 1.5 miliyon amerîkî bi xwe va mijûl kirine, lê heta niha ti dermanekî piştrastkirî jê ra nehatiye çêkirin.

Bill Siebold Rêveberê Cihanînê yê Kompaniya Madrigalê gotiye ku dermanê xwerekî yê vê kompaniyê bi navê ticarî yê Rezdiffra'yê dê ji meha Nîsana 2024an va were bazarê û bikeve destê nexweşan.

Hin karzanên Bazara Dermanan berawird kirine ku firotina salê ya vî dermanî dê ji 5 miliyar dolarî zêdetir bibe.

Serepeyv