Adar 13, 2024 19:14 Asia/Tehran
  • Berhemanîna Amûra Bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê li Îranê

Çalakên şîrketeke îranî ya zanistbingeh bi çêkirina amûra bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê hewcetiya pêşeya tenduristiyê bo amûreke herî girîng a jûriyên emeliyatê û pêvajoya bêhişkirinê dabîn kirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemedreza Kempanî Rêveberê Giştî yê Şîrketa Zanistbingeh a Alavên Çavdêriya Pizîşkî ya Eleketronîk a Serekî ya Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku berhema vê şîrketê amûra bêhişkirinê hevrê digel ventîlatorê (amûra bêhndanê) ye û dema emeliyatên neştergeriyê li jûriyên emeliyatê tê bikaranîn, got:

Bi bikaranîna vê amûrê piştî bêhişkirina nexweş, hemî pêvajoyên bêhnkişandin û bêhnberdana nexweş li emeliyata neştergeriyê heta dawiya wê bi awayê hişmend û bi rêya amûrê va pêk tê.

Serepeyv