Adar 05, 2024 17:53 Asia/Tehran
  • Qiyameta Twatê di rê da ye

Lêkolînên nû nîşan didin ku zêdebûna germayê di asta cîhanê da û pêla germaya deryayî dê asta ava deryayan heta sê mitran bilindtir bike.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Malpera Inside Climate News'ê, Lêkolînên nû nîşan didin ku zêdebûna germahiyê di asta cîhanê da û pêla germaya deryayî di rewşa herî xirab da bi vehelîna qeşayên cemserî ji wan qerselana 75 maylî ya Twatê (Thwaites) dê asta ava deryayan heta destpêka sedsala 22an bi qasî sê mitran yanî heta 10 fûtan bilind bike; Ev bûyer wek Qiyamet hatiye binavkirin.

Nimûneyên dawerivî yên berhevkirî j aliyê Cêymz Kirkham lêkolerê jîngeha cemsera başûr û zanyarên din di heyama çr salên raborî da bingeha lêkolînekê bûn ku encama wê roja hefteya pêş hat weşandin.

Vê lêkolînê nîgeraniyeke herî cidî derbarê Cemsera Başûr piştarst kiriye û ew jî ev e ku vehelîna nevegerbar a hin girseyên qeşayê li vê parzemînê ji wan qerselana 75 maylî ya Thwaites'ê li Deryaya Amundsenê dest pê bûye.

Serepeyv