Sibat 29, 2024 19:20 Asia/Tehran
  • Setlayta îranî ya Pars-1'ê serkeftî bo fezayê hat avêtin

Setlayta îranî ya Pars-1'ê bi Mûşeka Setlaythilgir a Sayozê ji Binkeya Fezyî ya Westoçiniyê bo fezayê hat avêtin.

Setlayta îranî ya Pars-1'ê cîhazkirî bi pergalên pêşketîtir anegorî setlaytên din e ku ji aliyê pispor û zanyarên îranî va hatine çêkirin.

Hesen Salariye Serokê Rêxistina Fezayî ya Komara Îslamî ya Îranê di rêûrsima ragihandina nûçeya avêtina Setlayta Pars-1'ê bo fezayê da li ser hûrgiliyên vê setlaytê got: "Pars-1" setlayteke pîvandinî-lêkolînî û hilgira alavên wênekişanndin û telekomê ye.

Setlayta Pars-1'ê sibeha îro (Pêncşemî) bo fezayê hat avêtin. Serokê Rêxistina Fezayî ya Komara Îslamî ya Îranê got: Du stasyonên Mahdeşt û Qişmê li nav axa Îranê dê daneyên Pars-1'ê wergirin.

Serepeyv