Sibat 21, 2024 19:06 Asia/Tehran
  • Îran sedî 70 madeyên seretayî yên dermanan berhem tîne

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Sendîkaya Dermanên Çavkaniyên Însanî ya Îranê qala şiyana Îranê ya berhemanîna derdora sedî 70 ji madeyên seretayî yên dermanî li nav welêt kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemedreza Mûsewî Endamê Desteya Rêveberiyê ya Sendîkaya Dermanên Çavkaniyên Însanî ya Îranê roja Çarşemiyê li rex rêûrisma nimandina Pirtûka Marketînga Dermanî got: Madeyên seretayî yên dermanî pişkeke girîng di bêminetkirina pêşeya dermanî ya welêt hene. Loma kompaniyên dermanî yên hundirê welêt hewl dane van salan bi berhemanîna madeyên seretayî yên dermanî, heta radeyeke bilind girêdayîbûna bi anîna van madeyan ji derve ji nav bibin.

Îranê di rêza 7an a berhemanîna dermanên bibandor ji bo nexweşiyên taybet da ye.

Her wiha Îranê rêza 5an a çandina şeytanoka bihîstinê di asta cîhanî da ji xwe ra terxan kiriye.

Serepeyv