Sibat 16, 2024 15:38 Asia/Tehran
  • Nimandina şeş dermanên îranî yên bi bandor di dermankirina penceşêrê

Şeş derman û 3 madeyên îranî yên bi bandor li dermankirina penceşêrê û nexweşiyên pûst li çaremîn civîna neteweyî ya pîşesaziya zanistî li Parka Teknolojiya Perdîsê hatin nimandin.

Seher Behmenî, Rêvebira şîrketa zanistî ya Zîst Texmîr ku yek ji şîrketên endamê parka Teknolojiya Perdîs li bakurê rojhilata Tehranê ye, ku ev berhem hilberandiye, di merasima nimandinê de, amaje bi xebata vê kompaniyê di warê berhemanîna dermanên taybet de kir û got: ji ber wergirtina belgenameya GMP (qanûn, rêbazên baş ên hilberînê) û xebitandin û destpêkirina vê xeta hilberînê,  hema di sala ewilî de ji bilî dabînkirina beşeke girîng ji hewcedariyên welat, 43 milyon dolar pere tê bidestxisrin.Dermanê Bayobiyon ji bo girtina pêşiya kêmxwîniya ku ji ber kêmasiya hesin çêdibe û dermanê Rojît ji bo bihêzkirina pergala berevaniyê ji van berhemên din bûn ku duh Pêncşemê hatin nimandin.Her wiha di pêşangeha dayimî ya alavên pizîşkî yên ku di Îranê de tên çêkirin de, odeyeke neştergeriyê ya tam Îranî hat vekirin.

 

Serepeyv