Sibat 14, 2024 18:21 Asia/Tehran
  • Parka Zanist û Teknolojiyê ya Hevpar a Îran û Uzbekistanê li Semerqendê

Alîkarê Karûbarên Zanistî-Teknolojî yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala avakirina Parka Zanist û Teknolojiyê ya Hevpar a Îran û Uzbekistanê li Semerqendê kir.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Rûhullah Dêhqanî Fîrûz-Abadî roja Çarşemiyê li rex civîna Desteya Dewletê ya Îranê tevî amajeya bi plandarêştina Îran û Uzbekistanê ji bo avakirina Parka Zanist û Teknolojiyê ya Hevpar got: Cihek jî ji bo vê Parka Zanist û Teknolojiyê ya Hevpar hatiye diyarkirin ku li bajarê Semerqendê û li kêleka zanîngeha vî bajarî be.

Vê demê 272 şîrket bi sermayeya sermayedanerên îranî li Uzbekistanê çalak in.

Serepeyv