Sibat 08, 2024 18:34 Asia/Tehran
  • Lêkolerên îranî zanista teknîkî ya berhemanîna 'Madeyên Hestîçêker' bi dest xistin

Pisporên kompaniyeke îranî ya zanistbingeh karîn Aloplastîka Hestîyî bi bikaranîna teknolojiya Nanoyê û bi armanca kemilandin û xurtkirina tevnikên hestiyan berhem bînin.

Li gorî rapora Mehr News'ê, ŞÇîma Tewekul Rêvebera Giştî ya Kompaniya zanistbingeh a Teknolojiyên Zîst-Teqlîda Tewekul tevî amajeya bi serkeftina vê kompaniyê di berhemanîna yekemîn berhema Aloplastîk a cîhanê da got:

Nanofîberên Pîtîdî yên Xwerêzker ku di vê berhemê da hatine bikaranîn di sala 2004an da wek yek ji 10 teknolojiyên sereke yên cîhanê di warê pizîşkî ya jinûve çêkirinê da hatibû nasandin, lê heta niha tenê berhemeke pêşîlêgira xwînê bi bikaranîna vê teknolojiyê li cîhanê gihîştiye asta bazirganiyê.

Tewekulê got: Ev yekem berhema bi karayîya bilind a pêkhatî ji du pişkên madenî û alî di asta Nanoyê da ye ku hasila 14 sal lêkolîna berdewam e û ceribandina klînîkî ya Faza wê ya diduyan serkeftî hatiye derbaskirin.

Wê got: Mînaka vê berhemê ya navxweyî û derveyî tineye û sala 1401ê ya Hetawî di Festîvala Razî da xelata yekem wergirt.

Serepeyv