Sibat 05, 2024 10:38 Asia/Tehran
  • Gundê Girê li Qeladizê

Gunde Gîre dikeve rojhilatê navçeya Qeladizê.

Gundê Gîre yek ji gundên ciwan û kevin yê girêdayî navçeya Qeladizê ye. Her çar demsal li vî gundî tê dîtin, gundekî di warê çandinî û lawirvaniyê de dewlemende.

Ciwaniya gundê Gîre ya di demsala Payîz û Zivistanê de ne kêmî ciwaniya demsala Bihar û Havînê ye. Niha dîmenê gund bi baran û befrê xweşiktir bûye.

Gelek kaniyên avê yên bi navên, Kanî Piyawan, Kaniya Xirê ber eşkewtê, Kaniya Reşke hincîr û gelek kanî û çavkaniyên din ên avê li gund hene. Gundên derdorê jî karîne sûd ji kaniyên avê yên gundê Gîre wergirin.

Gundê Gîre avaye û niha 20 malbat têde dijîn. Piraniya şêniyên gund debera xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikin. Di demsala Havînê de jî şêniyên wê berê xwe didin zozanan.

Serepeyv