Çile 31, 2024 17:58 Asia/Tehran
  • Têderxistina Şêrpenceya Rûviyan bi Nanokîta îranî

Wezareta Tenduristî, Derman û Fêrkirina Pizîşkî ya Îranê sala 1402an a Hetawî bi bikaranîna nanokîtên îranî yên kompaniyeke zanistbingeh, bêjingkirina şêrpenceya rûviyan li ser yek miliyon kesî pêk anî.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Hamid Baqirî Rêveberê Giştî yê Kompaniya zanistbingeh a îranî ya "Zîst Teşxîs Sence"yê ku berhemênera cûreyên nanokîtên têderxistina tibbî ye, ragihand, Wezareta Tenduristî, Derman û Fêrkirina Pizîşkî ya Îranê bêjingkirina şêrpenceya rûviyan li ser sê miliyon kesî pêk aniye ku sê yekê van kesan bi nanokîta vê şîrketê hatine bêjingkirin û nirxandin.

Şîrketa zanistbingeh a navbirî cûreyên kîtan di nav da Kîta têderxistina şêrpenceya rûviyan, Kîta têderxistina gucanîbûnê, mKîta têderxistina hormona jinane ya LH, Kîta têderxistina Nîşangera Troponîna Dil (CTnI) ji bo têderxistina qewimîna Krîza Dil û Nanopirtikên Zêr berhem tîne.

Hamid Baqirî bi gotina vêya ku ji bo berhemanîna kîtên têderxistinê nanopirtikên zêr tên bikaranîn, got: Ev şîrket bixwe nanopirtikên bi rehendên 20 heta 40 berhem tîne.

 

Serepeyv