Kanûn 31, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Bikaranîna hişê destçêkirî ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê

Hişê destçêkirî di hewara nexweşên penceşêrê de tê.

Nexweşên penceşêrê baş dizanin ku başbûn pêvajoyek dirêj e. Niha, bi karanîna teknolojiyên nû, dema dermankirinê dikare were kêm kirin. Bifikirin eger tedawiya radyasyonê li şûna mehekê çend rojan bidome.

Piştî salek ceribandinê, pergala terapiya tîrêjê ya etos dê di sala nû de ji bo nexweşan amade be. Şîrketek li Kalîforniyayê ev sîstem dîzayn kiriye. Ev yekem teknolojiya dermankirina penceşêrê ya bi vî rengî li herêmên rojhilatê Amerîka ye.

Ev amûra nû pir dişibe MRI ê. Nexweş radizin û bi alîkariya teknolojiya  hişê destçêkirî tenê di 6 çirkeyan de skenên wan tên amadekirin. Wêneyên ku bi vê teknolojiyê têne hilberandin zelaltir û rasttir in û alîkariya zûtir nasîna tîmorên penceşêrê dikin.

 

Serepeyv