Kanûn 31, 2023 07:01 Asia/Tehran
  • Veguhestina armanckirî ya dermên bo hucreyên şêrpenceyê bi Nano-pergalên îranî

Lêkolerên warê Nano-pizîşkîiyê yê Îranê nano-pergalên nû ji bo veguhestina armanckirî ya dermên bo hucreyên şêrpenceyê keşif kirin.

Lêkolerên warê Nano-pizîşkîiyê yê Îranê karîn nano-pergalên nû yên gihandina dermên hişk ên alî yên du an sê rehendî bi pêkhateyên berfireh bo hucreyên şêrpencveyê nas bikin.

Kemoterapî anku Kîmya-dermanî şêwaza herî nasyar ji bo tedawîkirina şêrpenceyê ye; lê bikaranîna rasterast a dermanên dijeşêrpenceyê gellek dûhatên çaverênekirî digel xwe tîne.

Di deheyên vê dawiyê da gellek lêkolîn di warê dîzaynkirina pergalên nû yên gihandina dermên nemaze bi rêya bikaranîna nano-pirtikan pêk hatine.

Lêkolerên ciwan ên îranî di salên dawî da serkeftinên zehf dikeşifkirina dermanan an jî şêwazên nû ji bo dermankirina cûreyên nexweşiyan ji wan şêrpenceyê hebûne.

Hesen Nemazî Doktorayê Kîmyaya Alî ya Polîmerî ji Zanîngeha Dalhousie'ya Kanadayê û Mamosteyê Zanîngeha Tewrêzê di gotûbêja bi IRIB News'ê da got: Di salên dawî da pergalên nû yên hilgira dermanan nemaze hilgirên li ser bingeha nano-pirtikên qulqulî yên xwedan kapasîteya hilgirtina zêde û bi qabiliyeta azadkirina kontrolbûyî ya dermên heta radeyeke zehf pirsgirêk çareser kirine.

Serepeyv