Kanûn 13, 2023 19:17 Asia/Tehran
  • Biryara Serokkomarê Qezaqistanê ya pêşxistina Hişê Çêkirî

Serokkomarê Qezaqistanê çavdêriya rasterast ser pêşxistina sîstema Hişê Çêkirî li vî welatî girt ustiyê xwe.

Li gorî rapora Fars News'ê, Qasim Comart Tokayêv Serokkomarê Qezaqistanê cîgeha Hişê Çêkirî li welêt girîng zanî û got: Pêşeroja Qezaqistanê û cîgeha wê li civaka navneteweyî girêdayî bi vê projeyê ye.

Wî got: Ez ê bixwe çavdêriya vî warî bikim; ez ê hin civînan digel pisporên derveyî û navxweyî li dar bixim û çavdêriyê li ser cihanîna erkên raspartî bikim.

Serokkomarê Qezaqistanê tekez kir: Îcadkirina platformeke dîjîtal ku bi rêya wê îmkaan çavdêriya ser pêvajoya cihanîna projeyên sermayeguzariyê hebe, bêyî ku bikeve derengiyê gellekî girîng e.

 

Serepeyv