Kêmavîya giran li Barselonaya Spanyayê
Kanûn 13, 2023 18:46 Asia/Tehran
Barîna kêm a baranê di mehên raborî da bûye sebeb ku hikûmeta xwecihî li Barselonayê rewşa awarte ya veguhestina avê ragihîne û sînordariyên giran li ser bikaranîna avê bisepîne.
Li gorî rapora SRF'a Swîsê, Bi mehan e ku li Herêma Katalonyayê gellekî kêm baran bariye û zimhêrên avê kêm bûne; hikûmeta navçeyî ya Barselonayê rewşa awarte ya veguhestina avê ragihandiye.
Li gorî van sînordariyan, Beşa çandiniyê divê sedî 40 bikaranîna avê da kêm bike û li bajarên wekî Barselonê qasa ava dabînkirî bi rêya pergala avgihabndinê va bo 210 lître ji bo her kes di rojê da tê sînordarkirin.