Mijdar 18, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Diyabet, di her 5 saniyeyan de kesek dimire

Diyabet, bi gotineke din nexweşiya şekir... Ev wisa nexweşiyek e di her 5 saniyeyan de KESEK ji ber wê dimire.

Diyabet nexweşiyeke civakî ya ku di nava gel de pir tê dîtin e. Girîngiya vê nexweşiyê li gorî pirbûna qewimîna wê ya di nava civakê de zêde dibe. 

Diyabet dema ku bedena mirov nikarê têr însulînê çêbike an însulîn bi awayekî bikêrhatî bandor neke an ev her du sedem bi hev re pêk werin, tê holê. Di encamê de glukoz derbasî nav şaneyan nabe, radeya glukozê a xwînê bilind dibe. Wisa çiqas radeya glukozê ya xwînê zêde be jî, şaneyên bedana mirov bê enerjî dimînin.

Serepeyv