Mijdar 12, 2023 19:21 Asia/Tehran
  • Zeviyê Tavê yê Seravî yê herî mezin li başûrê rojhilatê Asyayê li Endonezyayê ye

Endonezyayê Zeviyê Tavê (Hêzgeha Tavî) yê Seravî yê herî mezin li başûrê rojhilatê Asyayê bi kapasîteya 192 MB'an vekir.

Dewleta Endonezyayê dilheye heta sala 2060î belavbûna Kerbonê li vî welatî bigihêje sifir. Ev welata her wiha hewl dide bi terxankirina 20 miliyar dolarî, belavbûna Gazên Gulxaneyî li beşa Ceryanê heta sala 2050î bigihîne asta sifir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNA'yê, Zeviyê Tavê (Solar Farm) yê Seravî yê bi navê Sîratayê (Cirata) ku çaverêtî heye ceryana 50 hezar malbatan dabîn bike, li ser xizîneyeke 200 hektarî li Caveya Rojava hatiye çêkirin.

Coko Wîdodo Serokkomarê Endonezyayê di axaftina vekirina vê hêzgehê da got: "Îro rojeke dîrokî ye; ji ber ku xeyala me ya avakirina hêzgeheke enerjiya vegerbar di asta mezin da bû rastî."

Ev proje ku sêyemîn Zeviyê Tavê yê herî mezin li cîhanê ye, bi hevkariya Kompaniya Neteweyî ya Ceryanê ya Endonezyayê û Kompaniya Enerjiyên Vegerbar a Mesder'ê ya Ebûzebiyê di heyama sê salan da û bi bûceya 100 miliyon dolarî hatiye çêkirin.

Serepeyv