Mijdar 11, 2023 18:45 Asia/Tehran
  • Yekem Pêwendkirina tam a Çavê mirov li Cîhanê bi cih hat

Neştergeran yekem Pêwenda tam a çêv li cîhanê li ser mêrekî bi cih anîn; gerçî ku ew piştrast nînin ku ew bînahiya xwe bi dest bîne.

Tîma Neştergeran li New Yorkê roja Pêncşemiyê qala bidawîanîna emeliyata Pêwenda tam a çavî li karkerekî ziyandîtî kirin.

Endamekî tîma neştergeran gotiye, "Ev rastî ku me yekem pêwenda serkeftî ya tevahiya çavî pêk aniye, karekî gellekî hêja ye û gellekan difikirîn ku ne pêkan e."

Wî got: Me pêngaveke mezin a ber bi pêş rakiriye û rê ji bo qonaxa din a vegerandina hêza dîtbariyê xweş kiriye.

 

Serepeyv