Mijdar 09, 2023 17:45 Asia/Tehran
  • Robotekê karkerekî koreyî kuşt!

Medyayên koreyî ragihandin ku karkerek ji aliyê Roboteke Pêşeyî li navendeke belavkirina berhemên çandiniyê li başûrê Koreya Başûr hatiye kuştin.

Li gorî rapora Russia Today'ê, Medyayên Koreya Başûr roja Pêncşemiyê nivîsîn, Roboteke Pêşeyî ku berpirsyara veguhestina pakêtan li navendeke belavkirina berhemên çandiniyê bû, karekerekî vê navendê kuştiye.

Ev bûyer li navendeke pêşeyî li Parêzgeha Giyong Sanga Başûr a Koreya Başûr qewimiye.

Tê gotin ev karker ku derdora 50 salî û karmendekî şîrketeke robotîk li Koreya Başûr bûye, berpirsê sehkirin û tamîrkirina robotên çalak li vê navendê bûye û dema bûyerê hîskerên robotekê seh dikirine.

Li gorî vê raporê, Vê robotê karkerê navbirî digel Pakêteke Îsota Dolme şaş girtiye û ew rakiriye û bi giranî li Qayîşa Barguhestinê daye; tevî ku ev karker rakirine nexweşxaneyê, lê ji ber giranbûna birînan canê xwe ji dest daye.

Serepeyv