Cotmeh 26, 2023 18:16 Asia/Tehran
  •  Seyrangeha Helşoyê

Gundê Helşo devereke geştyarî ya li bajarokê Qeladizê yê parêzgeha Silêmaniyê ye, ji bilî xwezaya xwe ya bedew, bi gelek berhemên fêkî û avhewaya xwe ya paqij jî navdare.

Helşo di aliyê îdarî de dikeve bakur rojhilatê navçeya Pişder û çend kîlometreyek ji bajaroka Qeladize dûre. Di sala 2000’an de bûye bajarok û 27 gundên wê hene. Debara jiyana xelkê wê li ser çandinî û lawirvaniyê ye. Helşo bi berhemên xwe yên hêjîr û bacanên sor navdare.

27 gundên girêdayî Helşo hene, hef taxên bajarok hene ew jî; Bilfet, Şehîdan, Şehîdanî Rizgarî, Qela, Pêşewa, Aşî Zade û Fermanberan. Nêzî 13 hezar kes lê dijîn.

Di demsala Biharê de hejmarek zêde ya geştiyaran serdana Helşo dikin. Her wiha ji ber çavkaniyên xwe yên avê yên dizê ava vexwarinê dide hin deverên din jî.

Serepeyv