Cotmeh 03, 2023 17:25 Asia/Tehran
  • Serketiyên Xelatên Nobelê yên Tibê di sala 2023an de diyar bûn

Akamediya Nobelê eşker kir ku ew îsal Xelata Nobelê ya Tibê didin Katalin Kariko û Drew Weissman. Her pispor ji ber xebata xwe ya li ser derziya mRNA'yê hêjayî xelatê hatine dîtin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Katalin Kariko bi eslê xwe ji Macaristanê ye û Drew Weissman jî ji Amerîkayê ye. Xelata vê beşê beramberî 11 mîlyon kronên Swedê ye.

Her du pispor li Zanîngeha Pennsylvaniaya Amerîkayê  li ser mRNA'yê xebitîne.

Akademî îro dê Xelata Nobelê ya Fîzîkê eşkere bike. Rojên dû re jî dê serketiyên xelatên beşên din eşkere bike.

 

Serepeyv