Îlon 27, 2023 09:01 Asia/Tehran
  • Du Lîstîkên Kurdî

Application a ‘Peyvên Kurdî’ ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin.

 

Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pûanan. Ji bo her dîtina peyvan pûan tê daîn. Weke din di hûndirê  Application de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe.

Yên ku dixwazin Kurdiya(Kurmancî û zazakî) xwe pêş bixin, dikarin bi lîstikan pêşbixin, di dawiya listikê de zimanê Kurdî bêtir tê hînbûyîn. Dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.

Amadekerê lîstikê Ferhat Baysal  derheqê lîstikê de wiha dibêje: “ Lîstik ji peyvên Kurdî pêk tê. Heya niha 30 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin. hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye. Ji bilî Kurdî, Tirkî, Inglîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û bi zimanê Rûsî tê lîstin.”

Lîstika Peyvên Kurdî ji hêla Ferhat Baysal ve hatiye avakirin û bi du zaravayên Kurdî kurmancî û Dimilkî/zazakî hatiye amade kirin.

Lînka wê

Video: https://youtu.be/Spku9UZtzHY

Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, karin ‘Lîstika Pirs’ê jî bilîzin.

 

 

Serepeyv