Guherînek di dermankirina Şêrpenceya Mejî da bi amûreke gellekî biçûk
Îlon 18, 2023 18:56 Asia/Tehran
Zanyaran karîn amûreke gllekî biçûk çê bikin ku bi bikaranîna wê dikarin şêrpenceya mejî baştir tê derxxin û derman bikin.
Ev amûrqa biçûk bi mezinahiya hebekî birinc e û alîkariya pizîşkan di têgihîştin û dermankirina baştir a tomorên dijwar ên mejî û mora piştê dike.
Dr. Pierpaolo Peruzzi ji lêkolerên Nexweşxaneya Brîghama Amerîkayê tevî amajeya bi vêya ku rêua têderxistina zêdetirîn bandora dermên li tomorên şêrpenceya mejî bi alavên heyî dijwar e, got: Ev amûr derdora du heta sê saetan di nav tomorê da cih digire û heta 20 dermanan dikare test bike.
Wî her wiha got: Piştî derxistina vê amûra çandinî, zanyariyên berhevkirî ji bo lêkolînê bo labratuwaran tên şandin.