Îlon 17, 2023 12:00 Asia/Tehran
  • Nexweşên penceşêrê xwe çawa hîs dikin?

Dema kukesek bi penceşêrê xwe dihese, renge pêşî şok dibe û dibe ku wê înkar bike.

Nexweşên penceşêrê dibe ku di derbarê pêşerojê de tirsîyê û fikarên xwe bibînin.Teşhîsa penceşêrê ji bo gelek kesan dibe sedema xemgînî û depresyoneke mezin.

 Nexweşiya penceşêrê dibe sedema hestên hêrsbûnê û hîddetê. Dibe ku ev hest bi windabûna ji ber nexweşîyê, guhertina jiyanê, an hestên neheqiyê ve girêdayî bin.

Teşhîsa penceşêrê rewşeke ku tê de kontrola jiyanê winda dibe nîşan dide. Planên dermankirinê, bandorên alî, û nebaweriya li ser pêşerojê dikare vê hestê hê bêtir zêde bike.

 Nexweşên penceşêrê jî dikarin ruhê hêvî û têkoşînê hilgirin. Hêviya bersivdana dermankirinê, hebûna piştgirî ya malbat û hezkiriyan, û dilxwaziya derbaskirina dijwariyên kesane dikare nerînek erênî peyda bike.

Nexweşên penceşêrê dibe ku li têgihiştin û piştgiriya kesên din bigerin/bixwazin. Çavkaniyên wekî malbat, heval û komên piştgiriyê dikarin di vê pêvajoyê de roleke piştgiriyê bilîzin.

Serepeyv