Mûşeka nav-parezemînî ya Sarmat'ê ya Rûsyayê kete rewşa şêrr
Îlon 03, 2023 20:14 Asia/Tehran
Yorî Borîsov Serokê Rêxistina Fezayî ya Federal a Rûsyayê (Roscosmos) roja Îniyê ragihand ku mûşeka balistîk a nav-parezemînî ya pêşketî ya ser navê Sarmat'ê ketiye rewşa amadetiya şêrr.
Li gorî rapora IRNA'yê, Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê di Hezîranê da ragihand, ev mûşek dikarin deh kumikên atomî an zêdetir hilgirin û bi zûtî dê ji bo operasyona cengê werin bicihkirin.
RS-۲۸ Sarmat pergaleke mûşekî ya Sîloavêj a pêşketî ye ku bi mûşekeke balistîk a nav-parezemînî ya xolgehê ya bi ardûya şilekî ya giran hatiye pergalkirin û dikare kumikên atomî hilgire.