Tebax 23, 2023 19:05 Asia/Tehran
  • Roja Rêzgirtina li Şêxurreîs Bû-Elî Sîna; Roja Pizîşkan

Îro 1ê meha Şehrîwerê, 23ê Tebaxê li salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Rêzgirtina li Şêxurreîs Bû-Elî Sîna û Roja Pizîşkan hatiye binavkirin.

Bû-Elî Sîna ji feylesofên herî binavûdeng ên Îranê ye û Pirtûka "Qanûn"ê ya vî zanyarê îranî pirtûka herî nasyar a pizîşkiyê ye ku li zanîngehên girîng ên cîhanê tê fêrkirin.

Vê feylesof û arifê îranî sala 428an a Koça Heyvî di temenê 58 saliyê da çavên xwe li ser dinyayê girt.

Merzela Bû-Elî Sîna cihekî nasyar û balkêş ji bo dîtinê li navenda bajarê dîrokî yê Hemedanê li rojavayê Îranê ye.

 

Serepeyv