Plan tê darêştin Setlayta Tulû'-3 li Xolgeha Erdê cih bigire
Tebax 20, 2023 17:28 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Pêşeyên Elektronîk a Îranê qala plandarêştina ji bo avêtin û cihgirkirina setlayta Tulû' - 3 li Xolgeha Erdê kir.
Edmîral Emîr Restigarî Serokê Rêxistina Pêşeyên Elektronîk a Îranê got ku ev setlayt dê heta dawiya îsal were avêtin.
Serokê Rêxistina Pêşeyên Elektronîk a Îranê her wiha got: Piştî ku Setlayta Tulû'- 3 li Xolgeha Erdê cih girt, dikare zanyariyên wêneyî û telekomê bilez bişîne.
Hêjayî gotinê ye Setlayta Xeyyam'ê di 9ê Tebaxa 2022an da bi giraniya 600 Kîlogramî bi Mûşeka setlaythilgir a Soyuz'ê bo Xolgeha 500 Kîlomitriya Erdê hat avêtin.