Tebax 02, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Berteka Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) li hemberî germbûna Erdê

Serokê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê daxwaza kiryara lezgîn û komî ya welatên cîhanê li hemberî germbûna Erê kir.

Li pey germbûna bêmînak li gellek welatan, Tedros Adhanom Ghebreyesus Serokê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê bi weşandina peyamekê tevî ragihandina dema herî germ di çend deheyên dawî da, ragihand: Germahiya Erdê bi awayekî bêmînak zêde bûye û li pey wê em agirpêketin û rûdanên giran ên keşûhewayê li gellek welatan dibînin.

Serokê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) hişyarî da: Welat divê di rewşa niha da pêngaveke komî ji bo sekinîna li hemberî guherînên keşûhewayê rakin.

Li gorî gotina zanyaran, bûyerên ji ber jordaçûna pileya germayê ya Erdê bi her dereceya germbûna hewa dê girantir bibin.

Di Tîrmehê da ku navgîna germaya hewa 1.1 Derece bilindtir ji asta pileya beriya Pêşeyîbûnê bû, gellek navçeyên Amerîka, Ewropa û Asyayê ketin bin "Gumêzên Germayê" (Gunbedên Germayê) û germahiyeke kêmdîtî Çîn heta Îtalyayê da ber xwe.

 

Serepeyv