Tîrmeh 29, 2023 16:24 Asia/Tehran
  • Fransî êdî Zimanê Fermî yê Malîyê nîne

Zimanê Fransî ji nha û pê va êdî Zimanê Fermî yê welatê Malîyê nebe.

Roja 18ê Hezîranê li Malîyê giştpirsînek ji bo diyarkirina dubare ya Zimanê Fermî hat lidarxistin, hema bêje sedî 97 ji welatiyan di vê giştpirsînê da xwestin ku zimanê Fransî êdî Zimanê Fermî yê welatê an nebe; encama ku bû sebeba guhertina Qanûna Bingehîn a vî welatî.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNA'yê, Dewleta Malîyê ragihand ku ji niha û pê va li gorî Qanûna Bingehîn Zimanê Fransî ku encama 68 salan koledariya Fransayê li vî welatî ye, dê tenê bibe "Zimanê Kar".

Li gorî vê yekê, 13 zimanên din ên xwecihî ku bi fermana derxistî di sala 1982an da li Malîyê tên bikaranîn, dê wek zimanê fermî li vî welatî werin naskirin.

Zimanê Fransî ji sala 1960î va heta niha wek Zimanê Fermî li Malîyê dihat bikaranîn.

Li Malîyê 70 zimanên xwecihî hene û hinekên wan weke Bambara, bobo, Dugon û Mînî Anka bi fermî wek zimanê neteweyî hatine erêkirin.

 

Serepeyv