Tîrmeh 12, 2023 20:02 Asia/Tehran
  • Volkanek li nêzikî paytexta Îslendê çalak bû

Rêveberiya Hewanasîyê ya Îslendê (IMO) ragiahnd, Qewimîna erdhejan li Nîvgirava Rîkîyansê li başûrê rojavayê Îslendê bûye sebeba pirjîna madeyên sincirî yên volkanê li vê navçeyê ku nêzikî Rîkîyawîka (Reykjavik) paytexta Îslendê ye.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Rêveberiya Hewanasîyê ya Îslendê (IMO) ragiahnd, Carê hilpirjîneke gelekî biçûk qewimiye û ti xetereke wê ya rsterast ji bo niştecihên vê herêmê tineye.

Balefirgeha navneteweyî ya Keflavîka (Keflavík) Rîkîyawîkê jî li ser malpera xwe ragihand ku hatûçûna bû vê balefirgehê nehatiye rawestandin.

Nîvgirava Rîkiyansê xaleke kel a volkanî û erdhejîn li başûrê rojavayê paytexta Îslendê ye.

Di Adara 2021ê da madeyên sincirî yên volkanîk ji qelaşeke bi dirêjahiya 500 heta 750 mitrî li ser erdê hilpirjîn.

Wê demê çalakiyên volkanî li vê deverê heta 6 mehan berdewam bûn û bi hezara îslendî û geştyarî serdana wê kirin.

 

Serepeyv