Tîrmeh 11, 2023 20:13 Asia/Tehran
  • Seyrokeke derveyî Pergala Rojê bi ewrên metalîn û barîna Tîtanyûmê hat keşfkirin

Zanyar û lêkolerên zanistên fezayî seyrokeke derveyî Pergala Rojê ya gellekî bitîn û bi ewrên metalîn keşf kirin ku Tîtanyûm ji wan dibare.

Li gorî rapora IRNA'yê, Zanyar û lêkolerên zanistên fezayî roja Duşemiyê ragihandin wan seyrokeke derveyî Pergala Rojê ya gellekî bi tîn û şewat bi pileya germayê ya derdora 200 Dereceyên santîgrad ku navê LTT9779b lê hatiye kirin keşf kirine.

Li gorî gotina van zanyaran, Sîlîkat û metalên weke şûşeyên tê da disincirin û ji hilmên wan ewrên metalîn li asimanê vê seyrokê çê dibin.

Ev seyrok, seyroka herî ronî ye ku heta niha li derveyî Pergala Rojê hatiye keşfkirin.

Mezinahiya vê seyrokê bi qasî seyroka Neptonê ye û gellekî nêzikî stêrka navendî ya komseyroka xwe ye; bi awayekî ku her 19 saetan carekê li dora stêrka xwe digerre û bi gotineke din dirêjahiya her sala wê tenê 19 saet e.

Serepeyv