Tîrmeh 06, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Ava Oqyanûsa Atlantîka Bakur bi awayekî bêmînak germtir bûye

Zanyaran tevî hişyarîdana derbarê zêdebûna pileya germayê ya avên Brîtanyayê ragihandin ku sala 2023an ji hêla zêdebûna pileya germayê li avên Oqyanûsa Atlantîka Bakur bêmînak e.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Zanyaran ragihandine ku meha Gulana 2023an Gulana herî germ ji sala 1850î va heta niha bûye.

Li gorî gotin Dan Smêyl Jîngehnas û endamê Lijneya Jîngehnasiya Deryayî, pileya germahiya avê li Bendera Plymouth'ê ya Brîtanyayê 18 dereceyên santîgrad yanî çar derece germtir ji rewşa asayî ye.

Smêyl got: Me ev yek dizanî ku guherînên keşûhewayê û germbûna ava oqyanûsan jiyana (cûreyên giyanî û canliberan) deryayî dixe bin bandora ciddî; lê me wisa difikirî ku ev bûyer dê çend edehsalên din biqewime.

 

Serepeyv