Hezîran 30, 2023 14:34 Asia/Tehran
  • Li Japonê diravê kaxez ê bi teknolojiya dijî sextekariyê hat nimandin

Wezareta Darayî û Banka Navendî ya Japonê ragihndin ku sê cûreyên pereyên kaxez ên nû bi teknolojiya herî pêşketî ya dijî sextekariyê wê di sala bê da derbasî bazara vî welatî bibin.

Li gorî rapora Ajansa NHK'ê, Suzûkî Şûnîçî Wezîrê Darayîyê yê Japonê roja Çarşemiyê piştî serdana Ofîsa Neteweyî ya Çapê li Tokyoyê, got: Pereyên kaxez ên nû dê nîveka yekem a Tîrmeha sala bê derbasî bazarê bên kirin.

Ji teknlojiyên pêşketî ji bo rêgirtina ji sextekariya van pereyan, bikaranîna yekemîn Hologram li cîhanê ye ku dibe sebeb porte di dema xwarkirina pereyan, sêrehendî û herrikbar werin xuyakirin.

Li ser pereyên nû yên deh hezar yênî yên Japonê dê wêneya "Shibusawa Eiichi" were neqişandin ku wek Bavê Abora Nûjen ê Japonê tê naskirin.

Li ser pereyê pênc hezar yênî jî dê wêneya "Tsuda Umeko" yekem jina japonî ya ku li drveyî vî welatî perwerdehî wergirtiye, were neqişandin.

 

Serepeyv