Hezîran 28, 2023 16:44 Asia/Tehran
  •  Peykerê Serbazê Sasanî li Îranê hat vegerandin

Peykera Serbazê Sasanî ku derdora heft salan beriya niha li Inglîzê hatibû keşfkirin, li Îranê hat vegerandin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Navenda Peywendiyên Gelemperî û Ragihandinê ya Wezareta Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî ya Îranê bi weşandina daxuyaniyekê qala vegerandina Peykera Serbazê Sasanî bo welêt kir.

Ev berhema dîrokî ku ayîdî serdema desthilatdariya Sasaniyan e, sala 1988an derbsî Imaratê hatiye kirin û sala 2006an ji vî welatî bo derve hatiye veguhestin.

Ev berhem sala 2016an li Brîtanyayê htiye zeftkirin.

Dema deqîq a derxistina vê peykerê ji Îranê diyar nîne, lê li gorî dema birina wê bo Imaratê ku hevdem digel sala 1367an a Koça Hetawî ye, bi îhtimaleke mezin di serdema Şerê Sepandî yê Iraqê dijî Îranê bi awayekî neqanûnî ji welêt hatiye derxistin.

 

Serepeyv