Hezîran 19, 2023 19:16 Asia/Tehran
  • Li Tetwanê şahiya zanistê hat lidarxistin

 Li Tetwana navçeya Bidlîsê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê bi alîkariya dê û bav û mamosteyên xwe ji amûrên bermayî gelek tişt çêkirin û di şahiya zanistê da pêşkêş kirin.

Di merasima li baxçeyê dibistanê hat kirin da xwendekaran mekîka fezayê, aş, robot û gelek tiştên din ên bi çêkirine nîşanî beşdaran dan û ew dan nasandin.

Midûrê Dibistanê Okan Katar daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi armanca zarok ji di qada zanistê da bibin xwedî agahî ev organîzasyon li dar xistine.

Katar got ku hemû malbat bi zarokên xwe ra tevlî şahiya zanistê bûn.

Serepeyv