Hezîran 09, 2023 17:31 Asia/Tehran
  • Xetera xwarina Goştê Sor û Şekirê di xortaniyê da

Hin zanyar xwarina Goştê Sor û Şekirê wek hegereke herî girîng a gengaz a tûşbûna bi Şêrpenceya Roviyê Mezin di temenê biçûk da dizanin.

Bi salan e ku bijîşk derbarê zêdebûna babetên tûşbûna bi Şêrpenceya Roviyan (Kolorektal: Colorectal) di kesên bin temenê 50 salî da hişyarî didin.

Li gorî rapora Kanala News 4 Jax'ê ya Amerîkayê, Babertên tûşbûna bi Şêrpenceya Roviyê Mezin (Kolorektal) do kesên bin temenê 50 salî zêdetir dibin û hin zanyar xwarina Goştê Sor û Şekirê wek hegereke herî girîng a gengaz a tûşbûna bi Şêrpenceya Roviyê Mezin di temenê biçûk da dizanin.

18 lêkolrên Klînîka Cleveland'ê li Ohayoya Amerîkayê qala hebûna têkiliya mumkin di navbera xwarina Goştê Sor û Şekirê û tûşbûna bi Şêrpenceya Roviyan di temenên biçûk da kirine.

 

Serepeyv