May 20, 2023 11:56 Asia/Tehran
  • Kongreya Navneteweyî ya Pizîşkiya Zarokanînê li Yezdê dest pê bû

Dora dehem a Kongreya Navneteweyî û Festîvala Xwendekaran a Pizîşkiya Zarokanînê û pêncemîn Kongreya Navneteweyî ya Jentîkê li Yezda Îranê dest pê bû.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemed Ebdolî Sekreterê Dora dehem a Kongreya Navneteweyî û Festîvala Xwendekaran a Pizîşkiya Zarokanînê û pêncemîn Kongreya Navneteweyî ya Jentîkê got: Ev kongre ku ji êvara Înîyê dest pê bûye, bo heyama sê rojan didome û beşdar wê digel destkeftên herî dawî yên vî warî nasyar bibin.

Ebdolî her wiha got: Di vê kongreyê da hin beşdar ji welatên Australya, Endonezya, Kanada, Amerîka, Imarat, Tirkiye, Efxanistan, Çîn, Qezaqistan, Brezîl, Inglîz, Hind, Polonya, Îtalya, Oman û Swêdê bi awayê mecazî diaxivin.

Sekreterê Dora dehem a Kongreya Navneteweyî û Festîvala Xwendekaran a Pizîşkiya Zarokanînê û pêncemîn Kongreya Navneteweyî ya Jentîkê mijarên vê kongreyê, xadimbûna mêran, nezokbûna jinan, perestiya zarokanînê, hucre-terapî, têkiliya Nexwe3şiya COVID-19'ê û Nezokbûnê, Epîdomolojiya nezokbûnê, parastina şiyana zarokanînê, pêşkirina cenînê, pêşkêşkirina tovikê, êminiya nezokbûnê, hucreyên binema, nano-teknolojî û toşpiyên nezokbûnê ragihandin.

 

Serepeyv