May 09, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Tîna Turkeman duyemîn jina îranî ya bîrkar li Zanîngeha Harvard'ê

Tîna Turkeman bîrkara bijare duyemîn jina îranî piştî Meryem Mîrzaxanî ye ku kariye bawernameya Doktoraya Bîrkariya Tekûz ji Zanîngeha Harvard'ê ya Amerîkayê bi dest bixe.

Li gorî rapora IRNA'yê, Dr. Tîna Turkeman bîrkara îranî ya bijare ku sala 2013an di dora 54an a Olîmpiyada Cîhanî ya Bîrkariyê da pileya duyem bi dest xistibû, vê dawiyê karî berevaniya teza xwe ya doktoriyê bi rênîşandana Prof. Curtis T. McMullen wergirê Mîdala Fields'ê bike.

Turkemanê teza xwe ya doktoriyê bi mijara Tevgerên Jeodezîk li ser astên Hyperbola pêk aniye.

Vê bîrkara îranî lîseya xwe di çiqa Bîrkariyê da sala 2017an ji Zanîngeha Senetî ya Şerîf li tehranê bi dawî anî û heman salî rasterast ji bo Doktoriyê li Zanîngeha Harvardê hat wergirtin.

 

Serepeyv