Nîsan 22, 2023 18:44 Asia/Tehran
  • Rapirsîn; ‘Baweriya li Xwedê’ ji bo kesên herî kêfxweş li Amerîkayê girîng e

Encamên rapirsînekê nîşan da, kesên herî kêfxweş li Amerîkayê girîngiyê didin baweriyên mezhebî û ‘Baweriya li Xwedê’ ji bo wan girîng e.

Li gorî rapora IRNA’yê, Encamên rapirsînekê ku bi hevkarioya “Navenda neteweyî ya nirxandina hizran a Amerîkayê” û Kovara “Wall Street Journal”ê nîşan da ku vê demê rêjeya amerîkiyên ku xwe “Gelekî şad û kêfxweş” dizanin, tenê sedî 12ê gelheya vî welatî ye.

Li gorî rapirsîna 1019 mezinan ku ji 1 heta 13ê Adara 2023an pêk hat, pirraniya amerîkiyan derbarê abor û asoyên li ber nifşa din reşbîn in.

Di nava kesên ku hatine nirxandin da, derdora sedî 30 xwe di asta herî kêm a şadiyê zanîn û gotin ku “Gelekî şad nînin.”

“Hevgirtin”a (faktora hevpar) herî bilind ji bo kesên ku dibêjin “Gelekî kêfxweş” in, “Baweriya li Xwedê” ye; bi awayekî ku sedî 68 ji vê komê baweriya li Xwedê ji bo xwe “Gelekî girîng” zanîne.

 

 

Serepeyv